Xaça sor dilgiraniya xwe ji ber rewşa însanî li bakurê Sûriyê raghand
Komîta navneteweyî ya xaça sor li bara awarebûna bi dehan hezar kesan li bakurê Sûriyê ji ber êrişên artêşa Tirkiyê da diyarkirinê.
Ros Hetrîngton, berdevkê komîta navneteweyî ya xaça sor roja yekşemiyê li hevpeyvîna bi televîzyona BBC re got ku rewşa însanî li bakurê Sûriyê li halê xirabtirbûnê ye.
Hetrîngton her wiha got: Niha li bakurê Sûriyê bi dehan hezar kes ji xelkê aware bûne û piraniya dermangehên vê navçê ji ber êrişên artêşa Tirkiyê hatine girêdanê û îmkana dermankirina nexweşan tine.
Artêşa Tirkiyê ji roja Çarşemiyê va bi mehneya "Sekinîna li hemberî têrorîsmê" û "Paqijkirina sînorê Sûriye û Tirkiyê" ji hebûna mîlîtanên Kurd ku Enqere wan wek têrorîst bi nav dike, li ser fermana Erdoxanê serokomarê vî welatî, destdirêjiya ser bakurê Sûriyê kiriye.
Ev destdirêjî bi Çiraya Kesk a dewleta Amerîkayê dest pê bû û tûşî şermezarkirina berfireh a navneteweyî bûye.