Artêşa Sûriyê derbasî Minbicê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309295-artêşa_sûriyê_derbasî_minbicê_bû
Artêşa Sûriyê Yekşemiyê bi şev jibo bidestxistina biryardana di warê pevçûnên li bakurê vî welatî, derbasî bajarê Minbicê li bakurê parêzgeha Helebê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2019 04:12 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê derbasî Minbicê bû

Artêşa Sûriyê Yekşemiyê bi şev jibo bidestxistina biryardana di warê pevçûnên li bakurê vî welatî, derbasî bajarê Minbicê li bakurê parêzgeha Helebê bû.

SANA Newsê ragihand ku artêşa vî welatî jibo sekinîna li hemberî destdirêjiyên artêşa Tirkiyê ber bi bakurê Sûriyê va bi rê ketiye.

Kurdên Sûriyê jî Yekşemiyê bi şev qala lihevkirina digel dewleta Sûriyê jibo bicîbûna hêzên artêşa vî welatî li sînorê Tirkiyê kirin.

Li gorî vê lihevkirinê, artêşa Sûriyê dê kontrola hemî navçeyên sînorî ji wan bajarê Efrînê li bakurê vî welatî bigire destê xwe.

Bi vê lihevkirinê, hêzên artêşa Sûriyê dê derbasî bajarên Efrîn, Kobanî, Eyn Îsa, tebeqe û Mensûreyê bibin.

Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku ji Duşemiyê bi şev va dê artêşa Sûriyê li sînorê Sûriyê bi cî bibe û hêzên Kurd dê bo paş xetên bicîbûna artêşa Sûriyê paşve bikişin.

Rêveberiya Kurdên Sûriyê destnîşan kir ku "Jibo sekinîna li hemberî destdirêjiya Tirkiyê, Kurdên Sûriyê digel dewleta navendî ku erka wê parastina sînoran û hakimiyeta welêt e, li hev kirine."

Artêşa Tirkiyê ji roja Çarşemiyê va bi mehneya "Sekinîna li hemberî têrorîsmê" û "Paqijkirina sînorê Sûriye û Tirkiyê" ji hebûna mîlîtanên Kurd ku Enqere wan wek têrorîst bi nav dike, li ser fermana Erdoxana serokomarê vî welatî, destdirêjiya ser bakurê Sûriyê kiriye.

Fuad Oktay alîkarê serokomarê Tirkiyê berêvariya Çarşemiyê piştî destpêbûna fermî ya destdirêjiya qaşo bi navê "Kaniya Aştiyê" îdia kir ku armanca destdirêjiya Tirkiyê vegerandina aştiyê bo Sûriyê ye.

Ev destdirêjî bi Çiraya Kesk a dewleta Amerîkayê dest pê bû û tûşî şermezarkirina berfireh a navneteweyî bûye.