Êrişên Tirkîyê ser bakur û rojhilata Sûrîyê di roja pêncan de didomin
Êrişa Tirkîyê û komên çekdar ên di bin fermana Enqerê de ser bakur û rojhilata Sûrîyê û bi awayekî taybet ser Kurdên vî welatî li çend bereyan di roja pêncan de didomin.
Çavkanîyên nûçan ên Tikrîyê basa pêşketina berbiçav a hêzên wî welatî û têrorîstên di bin fermana Enqerê li hemî bereyên şêrr dikin û helbet ecêb jî nîne ku artêşa teyar a Tirkîyê ku tê gotin artêşa duyem a NATO`yê ye û bi alavên modêrn ên cengê, balafir û tankan êriş dike bikare himberî HSD ku ji ciwanên Kurd, Ereb û Siryanî yên bakur û rojhilata Sûrîyê pêk tê û himberî YPJ pêkhatî ji keç û jinên Kurd û nekurd ên herêmê pêk tê û tenê çeka wan Kilaşnîkov e, pêşda here.
Di vî halî de navenda ragihandinê ya HSD ragihand ku li Serê Kanîyê artêşa dagirker a Tirkîyê û têrorîstên di bin fermana wê de ji sê alîyan ve êrişî wî şarî kirine ku di encamê de 7 têrorîst hatin kuştinê û maşîneke zêrêhpûş a Artêşa Tirkîyê jî hat têkbirinê. Herwiha hat ragihandinê ku pevçûnên giran li cadeya Mîtanê didomin.
Ligorî gotina şervanên Kurd ên sûrî 75 serbazên Artêşa Tirkîyê di encama opêrasyona li devera Serê Kanîyê de hatin kuştinê.
Ligorî nûçeyan hêzên Artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên ser bi wê va, bajarokê Silukê xistin bin kontrola xwe.
Wan hêzana herwiha bera xwe dan şarê Eyn Îsayê.
Rojnama Cumhuriyetê jî îro nivîsî: Tevî pêşdaçûnên Artêşa Tirkîyê di opêrasyona Kanîya Aştîyê li rojhilata Firatê, Tirkîye di qada dîplomatîk de tenê maye.
Dayra Xwerêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê jî sazîyên navnetewî hişyar kirin û ragihand ku Artêşa Tirkîyê û têrorîstên di bin fermana wê da şêrr ber bi wan kempan ve dibin ku têrorîstên girtî yên DAIŞ`î di wan de ne û dewama vê yekê dikare xetera revîna bi hezaran hêzên girtî yên DAIŞ`î hêsan bike û ev yeka dê ewlehîya cîhanî bixe ber xeterê.
Piştî ku hêzên HSD êrişa têrorîstên di bin fermana Enqerê da ser devera Eyn Îsayê ku kempa têrorîstên DAIŞ`î lê ye pûç derxistin, balafirên cengê yên Tirkîyê êrişî wê kempê kirin. Piştre HSD ragihand ku 785 girtîyên bîyanî yên DAIŞ`î îro karîn ji kempa Eyn Îsayê birevin.
Hela çend roj ji êrişa berfire ya Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê ser bakur û rojhilata Sûrîyê derbas nebûne ku berûlayên hovane û diltezîn ên wê êrişa dagirkerane aşkira bûn. Di babatekê de têrorîstên DAIŞ`î pêşî li Sêkrêtêra Gişt Partîya Sûrîya Pêşerojê Hevrîn Xelefê girtin û piştî ew ji maşînê peya kirin dan ber gulleyan. Herwiha têrorîstên di bin fermana Artêşa Tirkîyê de çend ciwanên Kurd li bakura Sûrîyê bi awayekî hovane dan ber gulleyan û kuştin. Ew kiryar plana ciddî ya Tirkîyê jibo ramalîna nijadî li bakur û rojhilata Sûrîyê nîşan dide, mijara ku Yekitîya Ereban duh pêgirî ser wê kir.
NY jî ragihand ku zêde ji 130 hezar niştecihên gundên derdora Girê Sipî û Serê Kanîyê di encama êrişa berfire ya Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê da aware bûne.
Tirkîye idia dike ku di êrişa ser bakur û rojhilata Sûrîyê de milîtanên Kurd dike armanc lê gorîyên sereke yên wan êrişana gelên sivîl ê Kurd û Ereb û niştecihên din wan navçana ne. Dîmen û wêneyên ku di dawîya raporê de em dê nîşan bidin vê yekê diselimînin ku di wan de hejmarek gorîyên wan êrişên Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê tên definkirinê.