Lavrov: Me hişyarî dabû ku Amerîka hewl dide Kurdan bikar bîne
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di konferanseke rojnamevaniyê li Turkmenistanê derbarê êrişa Tirkiyê ya ser bakura Sûriyê axivî û got ku Tirkiyê nîgeraniyên rewa hene derbarê navçên sînorî û got, lêbelê nekarîn bi başî ligel Şamê wê kêşeyê bixine ser masê û ew mijar ji aliyê Amerîka û hevpeymana navdewletî hat aloztir kirin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje bi wê jî kir ku çend sal e hişyariyê didin ku Amerîkî hewl didin Kurdan li dijî Ereban bikar bînin.
Lavrov derbarê bidawîkirina pirsgirêkan, danûstandin û gotûbêj weke baştirîn rê bi nav kir û daxwaza destpêkirina danûstandina di navbera hikûmetên Sûriye û Tirkiyê li gel Kurdên sûrî dike. Lavrov ji Tirkiyê re jî daxwaz kir berjewendiyên Şamê li ber çav bigire.
Ev gotina Lavrov ya derbarê kurdên Sûriyê di demekê de ye ku êvariya roja Çarşemê Artêşa Tirkiyê li gel çekdarên opozîsyona Sûriyê êrişî ser herêmên kurdî li bakur û rojhilata Sûriyê da destpêkirin û îro li Serê Kaniyê û Girê Sipî û deverên din ên sînorî pevçûnên dijwar di navbera leşkerên tirk û şervanên HSDê de rû dan û herwiha navenda Serê Kaniyê jî bombebaran dike.