Runiştina Konseya Ewlehiya ya NY li ser êrişa Tirkiyê ser kurdên Sûriyê
Konseya Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh bona hilkolandina êrişa Tirkiyê ser kurdên Sûriyê li bakur û rojhilata vî welatî rûniştineke girtî pêk anî.
Li ser daxwaza 5 welatên Almanya, Fransa, Brîtanya, Belcîka û Poloniya, duh civîna Konseya Ewlekariya Navdewletî ya ser bi Netewên Yekgirtî ve derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser kurdên Sûriyê û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin.
Konseya Ewlekarîya NY li vê rûniştina xwe ya girtî operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûriyê nîqaş kir.
Di civînê de Brîtanya, Fransa, Belçîka, Polonya, Almanya û Estonya xwestin ku operasyona Tirkîye were şermezar kirin, lê Amerîka, Rûsya û Çînê wek sê endamên hertimî yên vê konseyê ew daxwaz red kirin.
Her eva bû sebeb di dawiyê de Konseya Ewlekarîya NY negihêje helwesteke hevbeş.
Amerîka û Rûsya, bi vê redkirinê cara pêşî ye ku li Encûmena Ewlekarî ya NYyê bo Sûrîyê de helwesteke wek hev werdigirin.
Piştî civînê, nûnerên Fransa, Almanya, Belçîka, Estonya, Brîtanya û Polonya daxuyanîyeke hevbeş belav kirin. Ku nûnerê Almanyayê yê li Konseyê ev daxuyanî xwend.
Endamên Ewrupî yên civatê dîyar kirin ku operasyona Tirkîyê fikaran çêdike û bang wî welatî kirin ku operasyonên xwe bi dawî bike.
Nûnerê Rûsyayê li NY "Vasîlî Nebenzya" derheq êrişa Tirkiyê ser bakura Sûriyê desnîşan kir ku ev êriş hasil û encama kiryar û siyasetên Hevpeynmaniya Amerîkayê ye û Rûsyayê berî viya hevpeymaniya hanê û kurd derheq helwêstên Amerîkayê hişyar kiribûn.