Derketina hejmarek ji eskerên emerîkî ji Heseka Sûriyê
Çavkaniyên sûrî li bara hebûna hin nûçeyan li bara derketina eskerên emerîkî ji parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilata Sûriyê gahaî dan.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, Ajansa nûçana a SANA`yê li raporekê raghand ku hin nûçe hene derheq vê yekê ku nêzîkî 50 eskerên emerîkî bi trimbêl û şeramûrên xwe ji parêzêgeha Hesekê ji riya derbasgeha Sêmalka derketine.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê roj duşemiyê raghand ku dixweze hêzên xwe ji navçên sînorî yên Sûriyê derxîne. Di hemen demê de, çavkaniyên sûrî raghandin ku eskerên Tirkiyê û mîlîtanên ser bi wan êriş kirin ser hin navçên derdora bakurê Reqayê.
Pêştir jî artêşa Rejîma Tirkiyê dest bi rakirina dîwêr li nêzîkî gundê Tel Helefê li rojava bajarê Serê kaniyê li sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê kiriye.
Ji aliyê din ve, çavkaniyên kurdî bal kişand ser veguhartina agirê giran navbera hêzên HSD û artêşa Tirkiyê li rojava Kobanî ûli bara kuştina 5 kes ji hêzên ser bi Enqerê li mêhwera Girêspiyê agahî dan.