Berteka Fransayê li hemberî êrişa Tirkiyê ser bakura Sûriyê
Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian (Ludriyan), êrişa Tirkiyê ser bakura Sûriyê şermezar kir û ji dewleta Tirkiyê xwest bi lez şêr rawestîne.
Li gor Fars Newsê Le Drian li twittekê derheq êrişa artêşa Tirkiyê ser bakur û rojhilata Sûriyê û ser kurdên vî welatî nivîsiye: Ev êrişa ji bo ewlehî û îstiqrara Ewrûpayê bi taluke ye.
Êrişa dagîrkerî ya artêşa Tirkiyê li dijî axa Sûriyê û kurdên vî welatî rastî nerizamendiyên cîhanî hatiye û rayedarên gelek welat û rêxistinên navneteweyî ev êrişên Tirkiyê şermezar kirine û ji dewleta vî welatî xwestin bi lez êrişên xwe rawestîne.
Rayedarên Sûriyê jî gotine ku gelê Sûriyê wê yekperçetiya axa xwe û serweriya xwe ya neteweyî biparêze.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku van salana dijminatiya eşkera a kurdan dike, piştî xiyaneta serokomarê Amerîkayê Donald Trump li kurdên Sûriyê, bi mihaneya şerê li dijî terorê çarşemê fermana dagîrkirina axa Sûriyê û şerê li dijî kurdên vî welatî da.