Balafirên artêşa Tirkiyê derdora Girê Spî bombebaran dike
Çirî 10, 2019 09:14 Asia/Tehran
Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê di çarçova dagirkirina bakura Sûriyê û guhertina demografiya wê ya kurdî de di van demên dawiyê dîsa de derdora bajarê Girê Spî û gundên wê bombebaran dike.
Bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê li ser hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aniha dewam dike, da ku şêniyên wê yên resen bide koçberkirin û bajar û gundan ji wan vala bike, daku koçberên nekur û ereb dewsa wan bi cih bike û demografiya wir biguherîne.
Di vê çarçoveyê de, nûçegihanên Rudawê ji bakura Sûriyê û ji bajarê Girê Spî ragihand ku balafirên artêşa Tirkiyêa bajarê Girê Spî jî bombebaran dike ku wer xuya dike di encamê de gelek ji xelkê sivîl bûne qurbanî.