Şermezarkirina desdirêjiya dewleta Tirkiyê ser axa Sûriyê ji aliyê civaka cîhanî
Welatên curbicur ên wekî Misir, Fransa, Holanda Yeketiye Ewropayê bi weşandina daxuyaniyên cida cida desdirêjiya artêşa Tirkiyê ser bakura Sûriyê û hedfgirtina xelkê sivîl şermezar kirin û ji Enqerê xwestin bi lez desdirêjiya xwe rawestîne.
Li gor Fars Newsê, Wezareta Misrê desnîşan kir ku êrişa artêşa Tirkiyê ser bakura Sûriyê binpêkirina eşkera a qanînûn navneteweyî û binpêkirina serweriya Sûriyê ye ûji civaka cîhanî bi taybet Konseya Ewlehiya Navneteweyî xwest ku rê li ber vê desdirêjiya leşkerî ya Tirkiyê ser axa Sûriyê û qirkirina xelkê vî welatî bigire.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî di rûpekla xwe ya Twitterê de êrişa dewleta Tirkiyê ser axa Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku eva dibe sedema serhildana dubare ya komên tundrew û terorîst.
Herwiha sekreterê giştî ya Yeketiya Ereban Ehmed Ebûlxeyz jî ev êrişa Tirkiyê bi tundî şermezarv kir.
Welatên Yekêtîya Ewrûpayê jî yên wekî Fransa , Brîtanya, Holanda, Almanya li hemberî êrişên Artêşa Tirkiyê ser bakura Sûriyê û kurdên vî welatî bi deng hat û di daxuyanîyên cuda de bi tundî ev hêrişa artêşa Tirkiyê şermezar kirin û biryar e Yekêtî Ewrûpa jî helwêsta fermîya xwe di daxuyanîyekê de rabigehîne û evê pêngava Tirkiyê bi tundî şermezar bike.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku van salana dijminatiya eşkera a kurdan dike, piştî xiyaneta serokomarê Amerîkayê Donald Trump li kurdên Sûriyê, bi mihaneya şerê li dijî terorê çarşemê fermana dagîrkirina axa Sûriyê û şerê li dijî kurdên vî welatî da.
Mesela balkêş eva ye ku wî navê vê desdirêşî û qirkirina xelkkê sivîl daniye "Kaniya Aştiyê".