HSDê 4 tank û firokeyeke Tirkiyê têkşikandine
Peyamnerê çavkaniyên nûçeyan li Serêkaniyê ragihand artêşa Tirkiyê li Serêkaniyê hewl daye bipêş bikeve û di navbera wan û şervanên HSDê da pevçûnên giran derketin û HSDê 4 tank û balafireke bêfirokevan a Tirkiyê têkşikandiye.
Herwiha peyamnêrê Kurdistan24ê jî di vê çarçovê de ragihand ku ji ber wê zerbeya giran a artêşa Tirkiyê leşkerên Tirkiyê paşde vekişiyane û heta niha nayê zanîn bê çend leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û birîndar bûne.
Herwiha heta niha Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî derbarê amarên şer da ti zanyarî belav nekirine.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku van salana dijminatiya eşkera a kurdan dike, piştî xiyaneta serokomarê Amerîkayê Donald Trump li kurdên Sûriyê, bi mihaneya şerê li dijî terorê çarşemê fermana dagîrkirina axa Sûriyê û şerê li dijî kurdên vî welatî da.
Mesela balkêş eva ye ku wî navê vê desdirêşî û qirkirina xelkkê sivîl daniye "Kaniya Aştiyê".