Yekîtiya Ereban binpêkirina yekparçetiya axa Sûriyê ji aliyê Tirkiyê va şermezar kir
Yekîtiya Ereban ragihandina hitmala êrîşa leşkerî ya Tirkiyê li ser axa Sûriyê şermezar kir û hişyarî da ku ev êrîş dê bibe sebeba xeratirbûna rewşa ewlehî û mirovî li bakurê rojhilata Sûriyê.
Li gorî rapora Fars Newsê, Yekîtiya Ereban roja Çarşemiyê êrîşa leşkerî ya plandarêştî ya Tirkiyê li ser bakurê rojhilata Sûriyê şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîş dê rewşê jibo xerabtirbûna rewşa ewlehî û însanî li Sûriyê amade bike.
Li gorî rapora malpera Sky Newsê, Ehmed Ebûxeyt Sêkrêtirê giştî yê Yekîtiya Ereban dilgiraniya xwe ji bername û amadetiyên ragihandî yên Tirkiyê jibo êrîşeke leşkerî ser kûrahiya axa Sûriyê diyar kir.
Rayedarekî fermî di sêkrêtirxaneya Yekîtiya Ereban da gotiye ku ev êrîşa plandarêştî ji aliyê Enqerê va nîşana binpêkirina aşkira ya hakimiyeta Sûriyê ye û gefê li yekparçetiya axa Sûriyê dixwe û dê rewşê jibo xerabtirbûna rewşa ewlehî û însanî li Sûriyê amade bike.