Kirimlînê hişyarî da Tirkiyê
Berdevkê Serokkomarê Rûsiyê li bara dûhatên operasyona eskerî ya Tirkiyê li Sûriyê û azadiya terorîstên DAIŞ`ê li navçên operasyonê û bi qawetbûna wan dubare li Sûriyê hişyarî da.
Dîmîtrî Pêskov, berdevkê serokkomarê Rûsiyê roja çarşemiyê ji nûçegîhanan re got: Azadiya terorîstên DAIŞê ji zindanên di bin kontrola kurdan dikare dûhatên pir neyînî hebe. Wî her wiha got: Bê şik ev meseleya dikare pir neyînî be, lê em nizanin dê dawiya dawiyê çi biqewime.
Hêzên artêşa Tirkiyê siba roja sêşemiyê ber bi sînorên hevpar bi Sûriyê ve hatin şandin û Wezareta berevaniyê ya vî welatî li bara kemlandina amadetiya Hêzên Tirkiyê bona destpêkirina êrişa eskerî ya berfireh ser bakurê Sûriyê agahî da.
Ek berteka li hember vê biryara Tirkiyê, Donald Trump serokkomarê Emerîkayê piştî peywendiya telefonî bi hevtayê xwe yê tirk re fermana derketina eskerên Emerîkayê ji Sûriyê da.
Berdevkê serokkomarê Rûsiyê li bara îmkana muzakira kurdên Sûriyê bi dewleta navendî ya vî welatî re got ku ev mijara pir giring e û Kirimlîn bi baldarî wê dişopîne.