Dayra Xwebirêvebirîya Kurdên Sûriyê seferberîya giştî bona rawestana li ber Tirkiyê ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309130-dayra_xwebirêvebirîya_kurdên_sûriyê_seferberîya_giştî_bona_rawestana_li_ber_tirkiyê_ragihand
Dayra Xwebirêvebirîya Kurdên bakur û rojhilata Sûriyê bona rawestana li ber gefên Tirkiyê seferberîya giştî raghand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2019 12:49 Asia/Tehran
  • Dayra Xwebirêvebirîya Kurdên Sûriyê seferberîya giştî bona rawestana li ber Tirkiyê ragihand

Dayra Xwebirêvebirîya Kurdên bakur û rojhilata Sûriyê bona rawestana li ber gefên Tirkiyê seferberîya giştî raghand.

Li gorî rapora Fars News`ê,Dayra Xwebirêvebirîya Kurdên bakur û rojhilata Sûriyê bi weşandina daxûyaniyekê raghand bi zêdebûna  gefên Tirkiyê bona êrişa ser navçên sînorî li bakur û rojhilata Sûriyê, fermana seferberîya giştî hatiye dayîn.

Dayra Xwebirêvebirîya Kurdên bakur û rojhilata Sûriyê tevî daxwaza piştgiriya ji xelkê kurd, hemî saziyan li nav û derveyî Sûriyê, NY, Emerîka, YE, Rûsiye û hemî welat,  û saziyên biryarder li Sûriyê berpirsê qewimîna her cure karesata însanî li bakur û rojhilata  vî welatî dan zanîn.

Li gor nûçeyeke din, şeva buhurî di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û eskerên Tirkiyê de li nêzîkî gundê El-Ezîziyê, li rojava navça stratejîk a Serê Kanîyê li derdora rojava Hesekê pevçûn derket.

Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî li bara hitmala hevkariya bi dewleta Şamê re bona rawestana li hember êrişa muhtemel a Tirkiyê ser zîvala sînorî ya bakurê Sûriyê agahî da.