Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê de hişyarî da
Çirî 09, 2019 07:52 Asia/Tehran
Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê derheq dûhatên êrişa Tirkyê ser bakura rojhilata Sûrîyê hişyarî da.
Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê di daxûyanîyekê de derheq dûhatên êrişa Tirkyê ser bakura rojhilata Sûrîyê hişyarî da û pêgirî kir ku gêre divê bi gotûbêja digel alîyên Kurd bê çareserkirin.
Di daxûyanîya Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê de hatîye ku êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê dê bibe sedema pewçûn belavî deverên din bibin û rewşê jibo vegera DAIŞ`ê xweş bike.
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan tevî neyarîyên herêmî û navnetewî şeva buhurî got ku ew ê îro yan sibê êrişî rojhilata Firatê bikin.