Fermandarê HSD : Eger Amerîka ji Sûriyê derkeve, emê bi Şamê re gotûbêjê bikin
Bedran Çiya Kurd fermandarl Hêzên Sûriya Demokratk (HSD) bal kişande ser derketina hêzên amerîkî ji bakûra Sûriyê û ragihand: Eger Amerîka ji Sûriyê derkeve, emê bi Şamê re gotûbêjê bikin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê, Bedran Çiya Kurd fermandê HSDê li gotinên xwe bal kişande ser derketina hêzên amerîkî ji bakûra Sûriyê û ragihand: Eger hêzên amerîkî ji Sûriyê û bitaybet ji bakûra Sûriyê derkevin, em neçar dibin li ser hemû bijare û alternatîvên ber destê xwe bifikirin.
Wî got: Eger Amerîka ji bakûra Sûriyê derkeve , em neçar in bona girtina pîşiya êrişa Tirkiyê ser axa xwe, bi aliyên rûsî yan sûrî re gotûbêjê bikin.
Pêştir jî kurdên Sûriyê û dewleta Şamê bicaran bi hevra rûniştibûne ser maseya gotûbêjê û heta nexşerêyek jî hatibû diyarkirin, lê ji ber pêgîriya kurdên Sûriyê ser rêveberiya xweser li bakûr û bakûra rojhilata Sûriyê ku dewleta Şamê ew qebûl nekiribû, ev gotûbêjên hanê bê encam man.