Trump di çarçova xiyaneta li kurdên Sûriyê de: Me sinûrê Sûriyê spartiye Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309079-trump_di_çarçova_xiyaneta_li_kurdên_sûriyê_de_me_sinûrê_sûriyê_spartiye_tirkiyê
Serokomarê Emerîkayê Donald Trump di xiyaneteke eşkera li hevpeymanên xwe yên kurd li Sûriyê de ragehand, Kurd bi hezran cengawer ji dest dane, lê em nekarîn berdewam li Suriya bimînîn û me sinûr bo Tirkiyê daniye û nabe wê sinûrê bibezîne. Êdî erkên welatên deverê ye arîşeyên xwe çaser bikin. Trump herweha got: Kurd û Tirik li deverê dijmin in û em xwe naxîn navbera wan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 08, 2019 08:27 Asia/Tehran
  • Trump di çarçova xiyaneta li kurdên Sûriyê de: Me sinûrê Sûriyê spartiye Tirkiyê

Serokomarê Emerîkayê Donald Trump di xiyaneteke eşkera li hevpeymanên xwe yên kurd li Sûriyê de ragehand, Kurd bi hezran cengawer ji dest dane, lê em nekarîn berdewam li Suriya bimînîn û me sinûr bo Tirkiyê daniye û nabe wê sinûrê bibezîne. Êdî erkên welatên deverê ye arîşeyên xwe çaser bikin. Trump herweha got: Kurd û Tirik li deverê dijmin in û em xwe naxîn navbera wan.

Piştî zincîre tiwîtên Trump derbarê Suriyê û vekişana serbazên Emerîkayê ji Suriyê û pînekirina xiyaneta li kurdan. Trump di gotara xwe de, got: Min bi Ewrûpayîyan re got: Werin hevwelatîyên xwe yên di rêza DAIŞê de bûn û bikuj û hov bûn wergirin û vegerînin, lê wan guh nedan û gemjane reftar li gel me  kirin.

Wî herwiha got : Êdî ev erkê Tirkiyê, Îraq, Suriya, Rûsya û Îranê ye evê pirsê çareser bikin.

Wî herwiha diyar kir, Ewrûpayîyan bi xirabî Emerîka bikaranîn , zêdetir ji 100 milyar Dolar hatîye xerckirin, lê hêj bes nîne û divêt Ewrûpayî û NATO evê berpirsyarîyê wergirin. Ew dixwazin mifayê ji me wergirin, lê em evê yekê nakin.Herweha wî got, me dû tirlyon Dolar xerc kirîye, lew me daxwaz ji Tirkiyê û Ewrûpa kirîye, erkên xw bicih bihînin.

Derbarê Kurd jîTrump got: Kurd bi hezaran cengawer ji destdane û ew dijminên  suriştî yên Tirkiyê ne. Ew herdû bi sedan sal in li gel hev şer dikin û em naxwazîn bikevîn di nav şerê şorişvanî û şerê wan de, bi wî awayî kar nayê kirin û hêvîdarîn bi başî kar bên kirin.