Berdevkê HSD: ''Bi her berdêlekê be em ê herêma xwe biparêzin''
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309058-berdevkê_hsd_''bi_her_berdêlekê_be_em_ê_herêma_xwe_biparêzin''
Piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji hin deverên bakura Sûrîyê, Berdevkê HSD li Twitterê nivîsî: ''Bi her berdêlekê be em ê berevanîya herêma xwe bikin.''
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2019 14:37 Asia/Tehran
  • Berdevkê HSD: ''Bi her berdêlekê be em ê herêma xwe biparêzin''

Piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji hin deverên bakura Sûrîyê, Berdevkê HSD li Twitterê nivîsî: ''Bi her berdêlekê be em ê berevanîya herêma xwe bikin.''

Piştî biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji hin deverên bakura Sûrîyê, Berdevkê HSD Mistefa Balî li Twitterê nivîsî: ''Vekişîna hêzên amerîkî ji herêmê bi wateya veguherîna wê navçeyê bo qaddeke şerê giştalî ye. Hêzên amerîkî sozên xwe cih neanîn û ji herêma di navbera sînorên Tirkîyê û hêzên xwecî derketine. Tirkîye jî amadekarîya opêrasyoneke dagirkerane li bakur û rojhilata Sûrîyê dike.''

Wî herwiha got: ''Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk bi her berdêlekê be dê berevanîya herêma xwe bikin. Em çavlirê ne ku alîyên amerîkî û Navenda Fermandetîya Hêzên Çekdar a Amerîkayê daxûyanîyekê derheq hegera pêbendnebûna li rêketinama her du alîyan a derbarê mêkanîzma ewlehîyê li herêmê de bidin.''