Dilgiraniya hin welatan ji dûhatên êrişa Tirkiyê ser kurdên Sûriyê
Hin welatan hitmala berbûna endamên girtî yên DAIŞ`ê û jin û zarokên wan ji aliyê hêzên kurd ên Sûriyê, dûhata herî giring a êrişa Tirkiyê ser kurdên Sûriyê dane zanîn.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Tirkiyê piştî wergirtina çirayê kesk ê Emerîkayê, hevpeymanê sereke yê kurdên Sûriyê bo êrişa ser navçên di bin kontrola kurdan li bakurê Sûriyê, li bara nêzîkbûna vê êrişê agahî daye.
Hevgav li gor hin nûçeyan hêzên Emerîkayê ji navçên bin kontrola kurdên Sûriyê li nêzîkî sînorê Tirkiyê derketine.
Medya Awistralyayê bal kişandin ser vê yekê ku bi dehan kes ji welatiyên vî welatî li kampên bin kontrola hêzên kurd ên Sûriyê de ne, û li bara çarenivîsa van kesana piştî êrişa Tirkiyê dilgiraniya xwe dane diyar kirin.
Kurd ku zêde ji çarêka axa Sûriyê li şerê 5 salên buhurî bi DAIŞ`ê û li kêleka piştgiriyên Emerîkayê xistine bin kontrola xwe, li bara giştalîbûna şerê Tirkiyê li dijî kurdan hişyarî dane û teqez kirine ku êrişa Tirkiyê dê bibe şerekî giştalî li seranserê sînorê navbera Sûriyê û Tirkiyê. Eva li halekê ye ku nêzîkî 10000 çeteyên DAIŞî yên biyanî li zinadnên bin kontrola kurdan li nêzîkî sînorên Tirkiyê de ne.
Medya Awistaralyayê li bara hewldana çalakvanên vî welatî bona vegerandina bi dehan kes ji welatiyên vî welatî ji kampên bin kontrola kurdên Sûriyê agahî dane.
Dîcîtal Journala Emerîkayê jî li bara dilgiraniya welatan ji çarenivîsa zindaniyên DAIŞî li zindanên bin kontrola kurdên Sûriyê agahî daye ji ber ku kurdên Sûriyê raghandine ku bi gurrbûna pevçûnan navbera kurdan û artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê, kurdan hêzên pêdivî bona parastina zindaniyên DAIŞê tinebin û renge DAIŞê vê derfetê bo organzîekirina xwe ya dubare bikar bîne