Artêşa Sûriyê bersiva êrişên terorîstan li Idlibê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309030-artêşa_sûriyê_bersiva_êrişên_terorîstan_li_idlibê_da
Artêşa Sûriyê êrişa terorîstan li navçên kêmkêşe li Idlibê bê encam kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2019 15:06 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûriyê bersiva êrişên terorîstan li Idlibê da

Artêşa Sûriyê êrişa terorîstan li navçên kêmkêşe li Idlibê bê encam kir.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Alê-Alamê, terorîstan agirbesa raghandî li navçên kêmkêşe li Idlibê binpê kirin û artêşa Sûriyê jî bi agirê giran ên topxanan êriş kir ser  meqera terorîstan.

 Ji 31 Tebaxê ku artêşa Sûriyê bi damezrandina  agirbesê li navça kêmkêşe li Idlibê qebûl kir, aramî vegeryaye van navçana.

Li gor nûçeyeke din, komên terorîstî bi serkirdetiya bereya El-Nusre her tim pêşiya derketina xelkê sivîl ji derbasgeha  Ebûzihûrê li Rîfa başûrê rojhilat a Idlibê û gihêştina wan bo navçên ewleh digrin.

Terorîst xelkê sivîl wek mertala  însanî li hember pêşdeçûna  artêşa Sûriyê bi kar  tînin.

Di eynî demê de, balefirên Rûsiyê û Sûriyê şeva buhurî odeya terorîstên Ecnad El-Qewqazê û Tehrîr Şamê li rojhilata Idlibê dan ber êrişan ku li encama wê meqera terorstan kavil bû û herîkêm 30 kes ji wan hatin kuştin  an birîndar bûn.

Parêzgehên Hemahê li rojava û Idlibê li bakurê Sûriyê dawîn meqerên terorîstan li vî welatî ye.

 Artêşa Sûriyê heta niha gelek navçe li van du parêzgehan ji lepên terorîstan azad kirine.