Zerîf: ''Mafên Kurdên Sûrîyê divê bên parastin''
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i309028-zerîf_''mafên_kurdên_sûrîyê_divê_bên_parastin''
Wezîrê Karên Derve yê Îranê tevî rexnekirina ji ber biryara Tirkîyê ya jibo êrişa ser rojhilata Firatê, pêgirî ser pêwîstîya parastina mafên Kurdên Sûrîyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2019 14:57 Asia/Tehran
  • Zerîf: ''Mafên Kurdên Sûrîyê divê bên parastin''

Wezîrê Karên Derve yê Îranê tevî rexnekirina ji ber biryara Tirkîyê ya jibo êrişa ser rojhilata Firatê, pêgirî ser pêwîstîya parastina mafên Kurdên Sûrîyê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf tevî rexnekirina ji ber biryara Tirkîyê ya jibo êrişa ihtimalî ser rojhilata Firatê, pêgirî ser pêwîstîya parastina mafên Kurdên Sûrîyê di demajoya pêşberî vî welatî de kir.

Zerîf îro di civîna Meclisa Şêwra Islamî di bersiva pirsên Nunerê Mihabadê Celal Mehmûdzade de bi gotina vê yekê ku helwesta Komara Islamî ya Îranê derheq Kurdên Sûrîyê zelal e, dîyar kir: '' Me ragihand ku tenha rêya parastina ewlehîya Tirkîyê bicihkirina leşkerên vî welatî li deverên sînorî ye û mêkanîzma wê jî Peymana Adanayê ye. Bi binpêkirina yekperçetîya ax û serwerîya Sûrîyê ewlehî dabîn nabe. Me ev sîyaseta Komara Islamî ya Îranê di hevdîtina digel dostên xwe yên Tirk de bi caran ragihandîye û Serokomarê me jî di civînên Astanê de ev sîyaseta bi aşkirayî û zelalî ragihandîye. Wî di civîna vê dawîyê ya li Enqerê de jî amajeyî wê meseleyê kirîye.''

Zerîf herwiha got: ''Komara Islamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku ewlehîya navçê bi berçavgirtina 2 xalan pêkan e: Rêzgirtina li yekperçetîya axê û ewlehîya hemî welatên herêmê û berçavgirtina mafên hemî niştecihên welatên navçê ji wan xwîşk û birayên Kurd.''