Rêveberiya bakura Sûriyê bang li Amerîka û Ewropayê kir pêşiya êrişên Tirkiyê bigirin
Rêveberiya bakura Sûriyê bang li Amerîka, NY û Yekitiya Ewropayê kir pêşiya êrişa Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê û rojhilata Firatê bigirin.
Rêveberiya bakura Sûriyê li ser gefên Tirkiyê yên li ser kurdên Sûriyê û rojhilata Firatê daxuyaniyek belav kir û ragihand, êrişa Tirkiyê li dijî bakûrê Sûriyê û kurdên vî welatî li rojhilata Firatê dê bibe firsenda aktîfbûna teror û DAIŞê.
Di daxuyaniyê de bang li NY, Amerîka, Yekitiya Ewropayê û saziyên navdewletî hatiye kirin pêşiya êrişa dagîrkerî ya Tirkiyê bigirin ji ber ku êrişa Tirkiyê dê bibe sebeba xopanî û malwêraniyê.
Rêveberiya bakura Sûriyê di dûmahîkê de hişyarî daye û ragihandiye, eger Tirkiye êriş bike ewê bersiv bidin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan duh li Enqera paytexta wî welatî derbarê operasyonekê bo ser bakura Sûriyê û kurdên vî welatî li rojhilata Firatê got ku wan hemû amadekariyên xwe pêk anîne, fermanên pêwîst dane û diyar kir, “Operasyon bi qasî îro an sibê nêzîk e.”