HSD: Em amade ne rûbirûyî êrîşên Tirkiyê bibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308989-hsd_em_amade_ne_rûbirûyî_êrîşên_tirkiyê_bibin
Piştî gefên serokomarê Tirkiyê Receb Teyib erdogan li dijî kurdên Sûriyê û amedebûna artêşa tirk bona êrişa ser kurdan li rojhilata Firatê, Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku ger Tirkiye êrişî ser sînorên me bikin emê bi gişt îmkanên xwe şerekî giran li dijî wê bidin despêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2019 05:30 Asia/Tehran
  • HSD: Em amade ne rûbirûyî êrîşên Tirkiyê bibin

Piştî gefên serokomarê Tirkiyê Receb Teyib erdogan li dijî kurdên Sûriyê û amedebûna artêşa tirk bona êrişa ser kurdan li rojhilata Firatê, Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku ger Tirkiye êrişî ser sînorên me bikin emê bi gişt îmkanên xwe şerekî giran li dijî wê bidin despêkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) radigihîne, ew pabendî xalên rêkeftina “herêma ewle” bûne û heger Tirkiye êrîş bike, ewê berevaniyê di ber xwe de bikin.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, HSDê pabendî xalên rêkeftina herêma ewle bûye, ji bo parastina ewlehiya herêmê.

Derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê  Erdogan de, Balî ragihand, wan ji bo parastina herêma xwe gavên pêwîst avêtine û ji bo rûbirûbûna her êrîşeke Tirkiyê dudil nabin û ew ji her şerekî re amade ne.

Ev daxuyaniya Balî ya bi zimanê kurdî û îngilîzî di demekê de ye,duh Serokomarê Tirkiyê li Enqerê ragihand, biryar hatiye dayîn ku operasyonekê li rojhilatê Firatê bê kirin û dema encamdana wê jî ne dûr e û hemû amadekarî hatine kirin.