Ebdî: Armanca Tirkiyê dagîrkirin e, ne ewlehî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308904-ebdî_armanca_tirkiyê_dagîrkirin_e_ne_ewlehî
Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) Mezlum Ebdî bersiva Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan dide û radigihîne, armanca Tirkiyê ne ewlekarî ye, belkî dagirkirina rojhilatê Firatê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 03, 2019 11:51 Asia/Tehran
  • Ebdî: Armanca Tirkiyê dagîrkirin e, ne ewlehî

Fermandarê Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) Mezlum Ebdî bersiva Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan dide û radigihîne, armanca Tirkiyê ne ewlekarî ye, belkî dagirkirina rojhilatê Firatê ye.

Fermandarê Gişt Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji “Medya Haber” re ragihand, ne ew ne jî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî pilana Serokomarê Tirkiyê ya ji bo rojhilatê Firatê qebûl nakin.

Ebdî da zanîn, armanca pilana Erdogan ne dabînkirina ewlehîyê belkî dagirkirina bakur û rojhilata Sûrîyê ye û guherandina demografiya wê ye. Bicihkirina penaberan li rojhilatê Firatê û avakirina gund û bajarokan xeyal e û xaka wan ne bêxwedî ye.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan li Neteweyên Yekgirtî eşkere kiribû, ew dixwazin 2 milyon penaberên Sûrî li rojhilatê Firatê bicih bikin.