Vegera awareyên sûrî bo welêt didome
Çirî 03, 2019 05:56 Asia/Tehran
Hejmareke din a awareyên sûrî yên şarê Humsê zivirîn malên xwe.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA), bi dehan malbatên aware yên sûrî duh piştî ku malên wan hatin restorekirinê zivirîn malên xwe li devera Quseyrê li başûra rojavaya Humsê.
Berî vîya jî di 7`ê Tîrmehê de bi sedan malbatên aware yên sûrî bi saya hewildanên dewletê jibo vegera awareyan bo deverên paqijkirî û dabînkirina imkanên jîyana asayî, zivirîn malên xwe li devera Quseyrê.
Bi dû serketina Artêşa Sûrîyê himberî têrorîstan û dabînkirina ewlehîyê li vî welatî, awareyên sûrî dizvirin malên xwe.