Rûsiyê sîstema S-500 li axa Sûriyê ceribad
Ceribandina sîstema nifşa nû ya berevaniya mûşekî ya S-500 ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ve li axa Sûriyê serketî cih hat.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, ceribandina sîstema nivşa nû ya berevaniya mûşekî ya S-500 ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ve li axa Sûriyê serketî cih hat.
Li gorî nivîsa rojnama Izvestiya a Rûsiyê û li gor lêzanînên bidesthatî ji çavkaniyên ser bi pêşeyên berevaniya vî welatî, ceribandina sîstema berevaniya mûşekî ya S-500ê li Sûriyê tevî hebûna hin kêmasiyên teknîkî ku demlidest hatin çareserkirin, serketî cih hat.
Sergeyî Şoygo, wezîrê berevaniyê yê Rûsiyê li axiftinekê bal kişand ser vê ceribandinê û got: "Sîstema S-500ê ji sala 2020an dê derbasî nav artêşa Rûsiyê bibe û artêş dê bi vê sîstemê pergal bibe."