Lavrov: divê pirsa Kurd di nav yekgirtina axa Sûriyê de bê çareserkirin
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku divê pirsa Kurd di nav yekgirtina axa Sûriyê de bê çareserkirin. Lavrov herwiha got ku Amerîka li deverên kurdnişîn li Sûriyê saziyên bo otonomiyê ava dike.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku di çarçova civînên Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY), li New Yorkê ye, derbarê pirsa Kurd li Sûriyê axivî.
Sergey Lavrov, got ku divê pirsa Kurd di çarçova yekgirtin û serweriya Sûriyê de bê çareserkirin û diyar kir, “Em di wê baweriyê de ne ku divê pirsa Kurd bibe mijara gotûbêjan, lê dîsa jî divê ev yek bi beşdariya rêveberiya Sûriyê pêk bê.”
Lavrov derbarê ‘Navçeya Aram’ li bakura Sûriyê û herêmên kurdnişîn ên vî welatî jî ragihand ku ew ji ber yekgirtin û serweriya Sûriyê, eleqedar in bi wê mijarê ve û got ew li gel Amerîka û Tirkiyê li ser wê babetê di peywendiyê de ne û diyar kir, “Helbet em di peywendiyên li gel Amerîka û Tirkiyê, vê mijarê jî gotûbêj dikin. Sedemeke girîng a vê yekê heye, ev hemû li ser axa Sûriyê pêk tên.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê di dewama axaftina xwe de got, “Amerîka, Kurdên li herêmê bikar tîne û ji bo avakirina saziyên rêveberiyên xweser, gavên şênber hatine avêtin.” Lavrov bibîr xist ku Amerîka û Tirkiyê ji wan re ragihandine ku ew rêzê li yekgirtina axa Sûriyê digirin û got, “Emê vê yekê derbarê avêtina her gavekê li rojhilatê Firatê weke esas bikar bînin.”