Hêzên Tirkiyê 8 welatiyên Efrînê revandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308762-hêzên_tirkiyê_8_welatiyên_efrînê_revandin
Hêzên Tirkiyê û grûpên terorîst ên ser bi vî welatî 8 welatiyê Efrînê revandin û du gundên navçeya Şêrewa topbaran kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2019 08:39 Asia/Tehran
  • Hêzên Tirkiyê 8 welatiyên Efrînê revandin

Hêzên Tirkiyê û grûpên terorîst ên ser bi vî welatî 8 welatiyê Efrînê revandin û du gundên navçeya Şêrewa topbaran kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, hêzên Îstixbarata Tirkiyê û grûpeke çekdar duhî 8 xortên Kurd ji gundê Xidiriya ya navçeya Bilbilê revandin.

Wê rêxistina amaje bi vê yekê kir ku ji nava kesên revandî, 4 kes hatin naskirin û navên wan Ziyad Horîk Reşîd, Selah Zekiriye Mihemed, Celal Mihemed Miho û Îbrahîm Husên Reşîd in.

Amaje bi wê yekê jî kir, grûpên çekdar roja 17ê vê mehê xortê bi navê Rifat Îso ji heman gundî revandibû.

Ji aliyekî din ve, hat zanîn ku şeva bûrî artêşa Tirkiyê gundên Birc El Qas û Kelûtê yên navçeya Şêrewa yên di destê YPGê de ne, topbaran kirin.

Dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di 18ê Adara 2018an de, 12 gundên Efrînê yên navçeya Şêrewa yên derdora herdu gundên Şîenişîn Nubil û Zehraa di destê YPGê de man û artêşa Tirkiyê her çend rojan wan gundan dide ber topan.