Welîd Muellim: Bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Sûrîyê va ''dereweke mezin'' e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308722-welîd_muellim_bikaranîna_çekên_kîmyewî_ji_hêla_sûrîyê_va_''dereweke_mezin''_e
Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê idiaya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Artêşa Sûrîy va derew zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 28, 2019 06:22 Asia/Tehran
  • Welîd Muellim: Bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Sûrîyê va ''dereweke mezin'' e

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê idiaya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Artêşa Sûrîy va derew zanî.

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê Welîd Muellim got: Eva ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo idia dike Artêşa Sûrîyê çekên kîmyewî li parêzgeha Idlibê bi kar anîne, ``dereweke mezin`` e.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja Pêncşemê di civîneke çapemenîyê li New Yorkê de idia kir ku dewleta Sûrîyê di 19`ê Gulanê de Gaza Kolorê li Idlibê bi kar anîye.

Nûçeyên derew ên bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Artêşa Şamê va, hertim hecetek bûne jibo destwerdan û êrişên Amerîkayê û hevpeymanên wê ser axa Sûrîyê û bombebarankirina binesazîyên aborî û leşkerî yên wî welatî.

Amerîkayê cara yekem di 7`ê Nîsana sala 2017`ê de bi heceta êrişa kîmyewî ser Xanşêyxûnê li başûra Idlibê, bi mûşekan êrişî Baregeha Hewayî ya Şeiratê li parêzgeha Humsê kir.

Cara duyem jî Amerîka, Fransa û Ingilîsê di 14`ê Nîsana sala 2018`an de hevgavê azadkirina tam a Xûteya Rojhilatê ji lepên têrorîstan êrişî Sûrîyê kirin.