James Jeffrey: HSD dê tevlî komîteya destûra Sûriyê bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308698-james_jeffrey_hsd_dê_tevlî_komîteya_destûra_sûriyê_bibe
Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey, di çarçova rûniştina 74 ya Civata Netewên Yekbûyî de raghand, ku bakura rojhelata Sûriyê di nava komîteya destûra Sûriyê de cihê xwe digre û navê wan ji alêyê Neteweyên Yekbûy ve hatîye hilbjartin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2019 13:41 Asia/Tehran
  • James Jeffrey: HSD dê tevlî komîteya destûra Sûriyê bibe

Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey, di çarçova rûniştina 74 ya Civata Netewên Yekbûyî de raghand, ku bakura rojhelata Sûriyê di nava komîteya destûra Sûriyê de cihê xwe digre û navê wan ji alêyê Neteweyên Yekbûy ve hatîye hilbjartin.

James Jeffrey herwiha got:  Wî navê endamên komîteya destûrê dîtne, lê hêj tekezî li ser wan navan nekirîye.

Jêfrî bersiva wê pirsyara, ka Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Meclisa Sûrya Demokrat (MSD) tevlî komîteya destûra Sûriyê dê bibin? an na? gotibû helbet dê beşdar bibin.

Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê herwiha got: Ew li gel Tirkiyê derbarê beşdarîya HSDyê di komîteya destûra Sûriyê de axivîye. Amaje bi wê yekê jî kirîye ku Emerîka ji tevahya alîyan re dîyar kirîye ku ti ecindeyên wê yên siyasî li Sûriyê nîne û armanca wan ya sereke yekgirtina Sûriyê ye di sînorê wê yê niha de.