PYD: Komîteya Nivîsandina Qanûna Bingehîn a Sûriyê nûneratiya gişt pêkhatiyên netewê Sûriyê nake
Partiya Yekîtiya Dêmokratîk a Sûriyê (PYD) bi daxuyaniyekê ragihand: Hatiye selimandin ku komîteya damezirandî nûnertiya hemî gelê Sûriyê nake.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Li pey gotinên Antonio Guterres (Antoniyo Gotrêş), Sekreterê giştî yê NY derbarê damezirandina Komîteya Nivîsandina Qanûna Bingehîn a Sûriyê, PYD wek nûnera sereke ya Kurdên Sûriyê bi daxuyaniyekê tevî amajeya bi vê yekê ku demajoya jibo ragihandina damezirandina komîteyê durust nîne, destnîşan kir: Ev rewş li gorî nêrîna hemî aliyên Sûriyê nîne.
Di dewama daxuyaniya PYD da ku ji aliyê 29 tevgerên siyasî-medenî yên Kurd ên Sûriyê va jî hatiye wajokirin, hatiye ragihandin ku: Kurd aliyekî pirr girîng li Sûriyê ne ku di diyarkirina pêşeroja vî welatî da divê rola wan hebe û daxwaza wê yekê dikin ku Qanûna Bingehîn a nû ya vî welatî Qanûneke Demokratîk be û mafê hemî gelan li Sûriyê berçav bigire.
Di daxuyaniya PYD da her wiha hatioye ku Pêvajoya niha ya darêştina qanûşna bingehîn a nû ya Sûriyê bi awayekî ye ku nîşan dide Kurdên Sûriyê ji Komîteya Darêjtina Qanûna Bingehîn a Sûriyê û kiryarên di warê nivîsîna vê qanûnê da dûr tên ragirtin. Ji ber vê yekê Kurdên Sûriyê li ser vê bvawerê ne ku Komîteya Damezirandî nûnertiya hemî gelê Sûriyê nake. Ev rewş jî berovajiya pesendnameya 2245ê ya NY jibo pêkanîna rêkareke siyasî jibo qeyrana Sûriyê ye.
Ji aliyê din va wezîrê karên derve yê Rûsuiyê di hevdîtina bi Sêkrêtirê giştî yê NY derbarê qonaxa dawiyê ya damezirandina Komîteya Darêjtina Qanûna Bingehîn a Sûriyê û dawîn alûgorên têkildarî navçeyê axivîn.
Gotrêş roja Duşemiyê bi ragihandina damezirandina Komîteya Darêjtina Qanûna Bingehîn a Sûriyê ragihandibû ku yekem civîna vê komîteyê dê hefteyên bê were lidarxistin.