Li nexweşxanên Tirkiyê, endamên laşê efrîniyekî jê hatin dizin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308668-li_nexweşxanên_tirkiyê_endamên_laşê_efrîniyekî_jê_hatin_dizin
Terorîstên ser bi artêşa Tirkiyê ku bajarê Efrînê dagîr kirine, piştî welatiyê efrînî yê bi navê (c.b) ji bo tedewaiyê(dermankirinê) rakirin nexweşxaneke Tirkiyê endamên laşê wî dizîn. Paşê cenazeyeke bê endam hate vegerandin û ji ber wê jî bavê wî jiyana xwe ji dest da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 26, 2019 12:34 Asia/Tehran
  • Li nexweşxanên Tirkiyê, endamên laşê efrîniyekî jê hatin dizin

Terorîstên ser bi artêşa Tirkiyê ku bajarê Efrînê dagîr kirine, piştî welatiyê efrînî yê bi navê (c.b) ji bo tedewaiyê(dermankirinê) rakirin nexweşxaneke Tirkiyê endamên laşê wî dizîn. Paşê cenazeyeke bê endam hate vegerandin û ji ber wê jî bavê wî jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên ji bajarê Efrînê diyar kir ku di encama teqînekê ku li nêzî çerxeriya Kawayê Hesinkar di 20`ê Çileyê 2019`an de pêk hat lingê (c.b) şikest.

Paşê (c.b) ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneke bajarê Kilisê yê Tirkiyê da ku li gel xizmên xwe were tedawîkirin. Lê piştî 3 mehan cenazê wî bê endam vegerandin û li gorî gotina wan hundirê wê hatibû dirûtin.

Xizmên (c.b) tekez kir ku birîna wî wê demê ne giran bû, tenê lingê wî hatibû şikenandin û ji bo tedawiyê rakiribûn yek ji nexweşxaneyên li Tirkiyê. Lê cenazeyê ji aliyê qirkê hatibû vekirin û hemû endamên laşê wî hatibûn derxistin her wiha cavên wî jî hatibû derxistin.

Li gorî çavkaniyan ku ji ber wê jî bavê (c.b) di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da.