Li Efrînê teqîn: 5 kuştî, 11 birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308602-li_efrînê_teqîn_5_kuştî_11_birîndar_hene
Li nahiyeya Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê ve teqînek qewimî û li gor zanyariyan, di encama teqînê de 5 kes hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2019 13:41 Asia/Tehran
  • Li Efrînê teqîn: 5 kuştî, 11 birîndar hene

Li nahiyeya Cindirêsê ya ser bi herêma Efrînê ve teqînek qewimî û li gor zanyariyan, di encama teqînê de 5 kes hatine kuştin û 11 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên xwecihî ji herêma Efrînê ragihandin ku teqîn bi sedema otomobîleke bombekirî bûye.

Ligorî raporan teqîn li cadeya 16 li ser riya Yalanqozê, li tenişt baregeha Rêxistina Hawarçûnê ya Biharê qewimîye.

Ligorî agahîyan kuştî û birîndarên teqîna îro ya li Cindirêsê, welatiyên sivîl bûne û birînên hinek ji wan birîndarên teqînê giran in.

Heta niha ti aliyekê berpirsatiya encamdana teqînê nedaye ustîyê xwe.