Nûnerê taybet ê Sêkrêtirê giştî yê NY jibo Sûriyê gihîşte Şamê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308544-nûnerê_taybet_ê_sêkrêtirê_giştî_yê_ny_jibo_sûriyê_gihîşte_Şamê
Nûnerê taybet ê Sêkrêtirê giştî yê NY jibo Sûriyê Yekşemiyê bi şev bona hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Sûrî ra gihîşte Şama paytexta vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 23, 2019 04:46 Asia/Tehran
  • Nûnerê taybet ê Sêkrêtirê giştî yê NY jibo Sûriyê gihîşte Şamê

Nûnerê taybet ê Sêkrêtirê giştî yê NY jibo Sûriyê Yekşemiyê bi şev bona hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Sûrî ra gihîşte Şama paytexta vî welatî.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Giyêr Pêdêrsên, Nûnerê taybet ê Sêkrêtirê giştî yê NY jibo Sûriyê biryar e ku li Şamê bi rayedarên sûrî ra lis er damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê bişêwire.

Nûnerê taybet ê Sêkrêtirê giştî yê NY jibo Sûriyê dema gihîştina bo Şamê got: Pêşketinin baş di warê damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê pêk hatine.

Fikra Damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a nû ya Sûriyê yekem car di civîna Kongreya Gotûbêjên Neteweyî yên Sûriyê hat hilêxistin.

Kongreya Gotûbêjên Neteweyî yên Sûriyê rojên 29 û 30 Çileya 2018an li bajarê Sûçiya Rûsiyê hat lidarxistin.

Lihevkirina derbarê lidarxistina Kongreya Gotûbêjên Neteweyî yên Sûriyê di civîna Mijdara 2017an a serokên Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye û Tirkiyê wek welatên garantorê Pêvajoya Astaneyê li Rûsiyê pêk hat.

Gotûbêjên Astaneyê ji Çileya sala 2017an va bi dahêneriya Komara Îslamî ya Îranê û bi alîkariya Rûsiye û Tirkiyê bi armanca pêkanîna aştiyê li Sûriyê dest pê bûye.

Encama sereke ya van gotûbêjan, pêkanîna navçeyên kêmkirina kêşeyan li Sûriyê bûye.