Eşîrên kurd ên Sûriyê: Em dijî avakirina navça ewleh û parvekirina Sûriyê ne
Eşîrên kurd li bajarê Hesekê civînek lidar xistin û di dawiyê de, daxûyaniyek weşandin û têde raghandin ku tu pirsgirêka wan bi hikûmeta Sûriyê û bilindkirina alaya vî welatî li navça rojhilata Firatê ra tinene.
Li gorî rapora Fars News`ê, civîna eşîrên kurd li bajarê El-Malkiyê li parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilata Sûriyê hat lidarxistin.
Şêx û kesên binavûdeng ên eşîrên kurd li bakur û rojhilata Sûriyê, civîna eşîrên kurd bi beşdariya bi sedan kes ji nunerên van eşîran û nunerên saziyên civaka sivîl û eşîrên erebî lidarxistin.
Li dawiya vê civînê, daxûyaniyek hat dayîn ku têde, beşdaran daxwaza gotûbêja cidî û berpirsane navbera Şamê û saziya nasiyar bi Encumena Sûriya Demokratîk kirin.
Beşdarên vê civînê raghandin ku divê armanca wan gotûbêjan, rêçareya qeyranê û girtina pêşiya her cure hewldana bona derbelêxistina li ewlehî û yekperçetiya erdê Sûriyê be.
Sputnikê jî raghand ku di vê daxûyaniyê de gefên Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê ku alîgirê DAIŞ`ê û komên faşîst e, hatine radkirin. Gefên ku hemî hewldanên pêkanîna aşitî, ewlehî û aramiya li Sûriyê û navçê ji nav dibin.
Hewas Cedî, Serokê eşîra kurd a Teyê û yek ji serokeşîrên navça rojhilata Sûriyê raghand ku eşîrên kurd li navça rojhilata Sûriyê, hemî dijberê parvekirina Sûriyê ne û ser yekperçetiya erdê û hakimiyeta wê bin siya Sûriyê teqez dikin.