Aldar Xelîl: Tirkîye ji lihevkirina digel Amerîkayê ya derbarê rojhilata Firatê de derketîye
Endamê Civata Kargêr a Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM)a Kurdên Sûrîyê got: Em jibo hemî bûyerên ihtimalî himberî Tirkîyê amade ne.
Endamê Civata Kargêr a Tevgera Civaka Dêmokiratîk (TEV-DEM)a Kurdên Sûrîyê Aldar Xelîl amajeyî alûgurên vê dawîyê têkildarî Navça Aram li rojhilata Firatê û dewama gefên Tirkîyê yên êrişa ser wê deverê kir û got: Em jibo hemî bûyerên ihtimalî himberî Tirkîyê amade ne.
Aldar Xelîl herwiha got: Berovajî tişta ku tê idiakirinê, em ne bi dû perçekirina Sûrîyê ne.
Aldar Xelîl amajeyî lihevkirina Tirkîye û Amerîkayê jî kir û got: Tirkîye ji lihevkirina digel Amerîkayê ya derbarê rojhilata Firatê de derketîye. Tirkîyê bi vê derketinê nêta xwe aşkira kir û dîyar e ku Enqerê plan jibo bakur û rojhilata Sûrîyê hene.
Ji hêla din ve, Berdevkê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk (PYD) Salih Muslim jî derbarê alûgurên têkildarî damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê de got: Em dê mayîna Artêşa Tirkîyê li rojhilata Firatê qebûl nekin. Eva yeka berî her tiştî ji hêla gelê vê deverê va nayê qebûlkirinê.
Wî herwiha got: Mijara herîgirîng lihevnekirina derbarê berfiretîya wê deverê û asta çalakîyên hêzên Tirkîyê li wê deverê ye. Amerîka dibêje ku kûratîya wê deverê 15 kîlomêtir be lê Tirkîye dixwaze 30 kîlomêtir be. Ew lihevnekirina bûye sedema dilgiranîya HSD`ê ku derbasbûna leşkerên Tirkîyê nav wê herêmê weke Xeta Sor dizane.