Salih Muslim: Em dê mayîna Artêşa Tirkîyê li rojhilata Firatê qebûl nekin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308194-salih_muslim_em_dê_mayîna_artêşa_tirkîyê_li_rojhilata_firatê_qebûl_nekin
Berdevkê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk (PYD) di axavtinekê de amajeyî alûgurên vê dawîyê yên têkildarî damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê kir û got: Em dê mayîna Artêşa Tirkîyê li rojhilata Firatê qebûl nekin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 12, 2019 07:42 Asia/Tehran
  • Salih Muslim: Em dê mayîna Artêşa Tirkîyê li rojhilata Firatê qebûl nekin

Berdevkê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk (PYD) di axavtinekê de amajeyî alûgurên vê dawîyê yên têkildarî damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê kir û got: Em dê mayîna Artêşa Tirkîyê li rojhilata Firatê qebûl nekin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Hawarê, Berdevkê Partîya Yekitîya Dêmokiratîk (PYD) Salih Muslim derbarê damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê de got: Muzakireyên di navbera Tirkîye û Amerîkayê de didomin. Derbarê wan muzakireyan de agahîyên pêwîst dane HSD û MSD`ê. Hevdîtin didomin. Ez nizanim dê encma çi bin.

Wî herwiha got: Mijara herîgirîng lihevnekirina derbarê berfiretîya wê deverê û asta çalakîyên hêzên Tirkîyê li wê deverê ye. Amerîka dibêje ku kûratîya wê deverê 15 kîlomêtir be lê Tirkîye dixwaze 30 kîlomêtir be. Ew lihevnekirina bûye sedema dilgiranîya HSD`ê ku derbasbûna leşkerên Tirkîyê nav wê herêmê weke Xeta Sor dizane. Me rê da ku komeke leşkerên Tirkîyê digel hêzên amerîkî dest bi gerrê bikin lê em dê mayîna Artêşa Tirkîyê li rojhilata Firatê qebûl nekin. Eva yeka berî her tiştî ji hêla gelê vê deverê va nayê qebûlkirinê.