Dewama bicihkirina koçberên deverên din û revandina welatîyên Kurd li Efrînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i308096-dewama_bicihkirina_koçberên_deverên_din_û_revandina_welatîyên_kurd_li_efrînê
Li bajarê Efrînê proseya guhertina demografiyê berdewam e û malbatên ku ji Idlib û Hemayê reviyane li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê tên bicihkirinê û têrorîstên ser bi artêşa Tirkiyê jî 15 welatiyên Efrînê revandin û hejmarek darên zeytûnê jî birrîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 09, 2019 11:35 Asia/Tehran
  • Dewama bicihkirina koçberên deverên din û revandina welatîyên Kurd li Efrînê

Li bajarê Efrînê proseya guhertina demografiyê berdewam e û malbatên ku ji Idlib û Hemayê reviyane li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê tên bicihkirinê û têrorîstên ser bi artêşa Tirkiyê jî 15 welatiyên Efrînê revandin û hejmarek darên zeytûnê jî birrîn.

Ligorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, hijmara  malbatên ku ji Idlib û Hemayê reviyane û li navçeyên Şera û Bilbilê yên Efrînê tên bicihkirinê gihaştiye 21 hezarî, tenê 5 hezar kes ji wan Kurd in.

Hejmara xelkê resen li navçeya Bilbilê ji sedî 25 Kurd in, ji sedî 75 ji malbatên çekdar û Turkmenên ji Hema û Idlibê ne. 800 malbat li Bilbilê li ser sînorê bi Tirkiyê re hatin bicihkirin.

Li navçeya Cindirêsê jî malbatên koçber tên bicihkirin, koçber li malan, dibistanan û nav darên zeytûnan bi cî bûne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, têrorîstên ser bi artêşa Tirkiyê 15 welatiyên Efrînî li gundê Coqê revandin ku di nava wan jinek jî heye û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Wê rêxistina mafên mirovan herwiha ragihand ku komên têrorîst li gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê bi armanca lêgerîna li entîqeyan zeviyên welatiyan kolandin û zêdetir ji 70 darên zeytûnê birrîn.