Şamê gera hevpar a hêzên Amerîka û Tirkîyê bi tundî şermezar kir
Dewleta Sûriyê gerra hevbeş a hêzên Amerîka û Tirkîyê li ''herêma ewle'' bi tundî şermezar kir û tekez kir ku ev pêngava binpêkirina yasayên navdewletî ye.
Berpirsekî Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûriyê ji Ajansa Nûçan a “SANA'yê re ragihand, Dewleta Sûriyê gerra hevbeş a hêzên Amerîka û Tirkîyê li ''herêma ewle'' bi tundî şermezar dike û tekez dike ku ev pêngava binpêkirina yasayên navdewletî û serweriya Sûriyê ye.
Wî berpirsî ev pêngava karekî dijminane binav kir û got: Piştî artêşa Sûriyê hin destkeftên meydanî li dijî terorîstan bidest xistin, ew pêngava jibo dirêjkirina qeyrana Sûrîyê hat rakirinê.
Wî herwiha da zanîn, Sûriye “herêma ewle” bi her awayî red dike û tekez dike ku dê hemû projeyên dijî yekîtiya xaka Sûriyê hilweşîne.
Îro di çarçoveya rêkeftina herêma ewle de, li rojhilatê Firatê gera hevbeş a hêzên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê destpê bû û hejmarek ji otomobîlên leşkerî yên Tirkiyê jî derbasî rojhilatê Firatê bûn.