Gerra hevpar a Tirkiye û Amerîkayê li bakurê Sûriyê
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê qala destpêbûna geşt û gerra hevpar digel Amerîkayê li bakurê Sûriyê bi mebesta pêkanîna Navçeya Ewleh ji sibe va kir.
Li gorî ajansa Anatoliyê, Xulûsî Akar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê tevî amajeya bi plandarêştina jibo destpêbûna geşt û gerra hevpar li bakurê Sûriyê li sibe va got: Piştî firrîna firokeyên bêpîlot û gerrên hevpar, helîkopterên hêzên bejahiyê jî dê tevlî vê pêvajoyê bibin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê her wiha tevî amajeya li ser destpêbûna çalakiya Navenda Fermandetiya Hevpar a Tirkiye-Amerîkayê li Akçaqeleyê li nêzikî Girê Sipî yê parêzgeha Reqaya Sûriyê, got: Li vê navendê fermandarên tirk û amerîkî û efserên bin destê wan tevgerên li Navçeya Ewleh çavdêriyê dikin.
Pêgiriya rayedarên Tirkiyê li ser pêkanîna navçeya qaşo ewleh li bakurê Sûriyê di rewşekê da ye ku gel û dewleta Sûriyê bi caran dijayetiya xwe digel vê siyaseta kêşesaz a Enqerê ragihandine û xwestine ku hêzên artêşa Tirkiyê ji axa Sûriyê derkevin.