Suriyê balafirek keşfê a çeteyên ser bi dewleta Tirkiyê xist xwarê
Hêzên artêşa Sûriyê balafireke bêpîlot a keşfê ya girêdayî terorîstên ser bi artêşa dagîrker a Tirkiyê ku li ser asîmanê gundê Şêx Îsa yê devera Şehbayê digeriya, xist xwarê.
Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê terorîstên ser bi artêşa Tirkiyê a dagirker ên li bajarê Marî yê bakurê Helebê, beriya 2 rojan balafireke keşfê şand ser asimanê gundê Şêx Îsa.
Li gorî kesên ku bûyer bi çavên xwe dîtine dema balafir gihîşt nuqteyeke ser bargehek artêşa Sûriyê li gund, ew xist xwarê.
Artêşa Tirkiyê bi alîkariya komên terorîst ên ku navê Artêşa Sûriya Azad li wan kirine li bakur û bakura rojavaya Sûriyê gelek dever dagîr kirine û ji bo ku terorîstên hanê bikarin deverên dagîrkirî li bin destê xwe rakirin, hikûmeta Tirkiyê ji her babetekê alîkariya wan dike û çek û sîlah û wesayîtên curbicur ên şêr dide wan ku yek ji wan wesayîtan balafirên bêpîlot in.