23 zarokan li kampa Holê canê xwe jidest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307958-23_zarokan_li_kampa_holê_canê_xwe_jidest_dan
Ji ber rewşa xirab û nebûna dermanan 23 zarokan li kampa Holê ya li başûrê Hesekê ya Sûriyê canê xwe jidest dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 05, 2019 08:41 Asia/Tehran
  • 23 zarokan li kampa Holê canê xwe jidest dan

Ji ber rewşa xirab û nebûna dermanan 23 zarokan li kampa Holê ya li başûrê Hesekê ya Sûriyê canê xwe jidest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, ji ber nebûna îmkan û çavdêriya tenduristiyê, kêmbûna dermanan û pêwîstiyên jiyanê yên sereke  vê dawiyê 23 zarokan li kampa Holê canê xwe jidest dan.

Rewangehê da zanîn, hejmara zarokên bi sedema nebûna çavdêriya tenduristiyê û kêmbûna dermanan û pêdviyên jiyanê ji destpêka îsal ve canê xwe jidest dane, gihîştiye 409 zarokan.

Pêştir, Rêxistina Pizişkên Bêsînor di raportekê de diyar kiribû, rewşa mirovî li kampa Holê gelekî xirab e û kêmbûn di xwarin, vexwarin û her tiştî de heye û çavdêriya tenduristî ne di asta pêwîst de ye.

Kampa Holê li başûrê rojhilatê bajarê Hesekeya Sûriyê ye. Hejmara xelkê wê zêdetir ji 70 hezar kesan e, penaberên Îraqî û awareyên Sûriyê û malbatên DAIŞê yên di dema dawî de ji Baxozê derketibûn lê bich dibin.