Hevseroka MSD`ê: Demajoya avakirina Navça Aram li bakura rojhilata Sûrîyê destpê bûye
Hevseroka Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) got: Armanca têkildarî damezirandina Navça Aram li bakura Sûrîyê, ne xweşkirina rê jibo destwerdana Tirkîyê di karên navxweyî yên Sûrîyê de ye.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Associated Press`ê, Hevseroka MSD`ê Ilham Ehmedê got: Navça Aram li bakura rojhilata Sûrîyê, mêkanîzmeke ewlehî ye ku bi lihevkirina Amerîka, Tirkîyê û HSD/YPG`ê tê damezirand ku ligorî wê biryar e ku hêzên YPG`ê 5 kîlomêtran ji sînorê Tirkîyê vekişin û herwiha alavên giran ên cengê jî 20 kîlomêtran ji sînor bên dûrxistin.
Ilham Ehmedê pêgirî kir ku damezirandina Navça Aram ne xweşkirina rê jibo destwerdana Tirkîyê di karên navxweyî yên deverên bakura rojhilata Sûrîyê de ye û dîyar kir: Di çarçova cihanîna mêkanîzma emnî jibo damezirandina Navça Aram de ligorî ihtimalê di rojên bê de hêzên Amerîkî li bakura Sûrîyê bên zêdekirinê.
Wê herwiha got: Helbet alîyê amerîkî hela bernama xwe ya teqil di vî warî de ranegihandîye.