Efrîn di rewşeke dijwar de ye; Tenê 5 hezar Kurd li Bilbilê mane
Li nahiyeya Bilbilê ya Efrînê guhertina demografiyê li dijî Kurdan, ku nîşteciyên resen ên herêmê ne, gihîştiye asteke metirsîdar û di hefteyekê de 800 malbatên Ereb hatine nîştecîkirin. Li gor zanyariyên herî dawî, hejmara Ereb û Tirkumenên li Bilbilê gihîştiye 21 hezar kesan û niha tenê nêzîkî 5 hezar Kurd li vê nahiyeya Efrînê mane.
Afrin Media Center ku rewşa herêma Efrînê û binpêkirinên lê tên encamdan dişopîne, hin zanyarî derbarê nîştecikirina Ereban li herêmê de belav kirin.
Li gor amarên vê navendê, di hefteya bihorî de 800 malbatên Ereb ku ji parêzgeha Idlibê derketine, li nahiyeya Bilbilê hatine nîştecihkirin.
Ev kuçberên ku ji navçeyên bakurê Hemayê û başûrê Idlibê ji ber şer direvin, tenê li navçeyên bakurê Idlibê namînin, belku hejmareke mezin ji wan ji aliyê grûpên çekdar ve li nav van gund û bajar û bajarokên herêma Efrînê têne bicihkirin.
Afrin Media Centerê diyar kiriye, ku rêjeya Ereb û Tirkmenên hawirde li nahiyeya Bilbilê gihîştiye nêzî 75% û rêjeya Kurdan jî ku nişteciyên resen ên herêmê ne, daketiye nêzî 25%.
Li bajarokê Cindirêsê mal û dibistan ji Erebên ku ji navçeyên din ên Sûriyê hatine, tijî bûne, Erebên ku nû hatine, konan li nav darên zeytûnan û hewşên malan vedidin.
Afrin Media Centerê herwiha diyar kiriye, li Efrînê têrorîst dikevin malan daku bizanin çend kes di nav de dijîn, daku Ereban li wan zêde bikin. Tevahiya malên vala jî li bajarê Efrînê bi Erebên deverên din tên tejîkirin.
Li gor sazî û rêxistinên belgekirina binpêkarîyên hêzên Tirkiyê û têrorîstên ser bi Enqerê, nahiyeya Bilbilê li Efrînê herî zêde rastî guhertina demografîk hatiye.