YPG`ê li bakurê Efrînê êrîşî têrorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê kir
Li bakurê herêma Efrînê, li derdora bajarokê Eizazê di navbera YPG`ê û têrorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê de şer derket û di encamê de têrorîstek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a dewleta Tirkiyê, Anadoluyê, şervanên YPG`ê li derdora bajarokê Eizazê ku dikeve bakurê herêma Efrînê, êrîşî çekdarên Artêşa Azad a Sûrîyê kirin.
Hatiye ragihandin, ku şer û pevçûn di navbera YPG`ê û têrorîstan de, li gundê Merenazê çêbûye. Li gor wan zanyariyan, şervanên YPG`ê hewl dane, derbasî gund bibin ku pevçûn derketiye.
Di encama pevçûnan de, têrorîstek hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Li aliyê din, piştî pevçûna navbera YPG`ê û têrorîstên Artêşa Azad a Sûrîyê de, topxaneya Artêşa Tirkiyê vê sibê, pêgehên şervanên YPG`ê li herêma Til Rifetê topbaran kirin.
Çavkaniyên nêzîkî YPG`ê jî dane xuyakirin, ku gundên Merenaz, Şewarxe û Biloniyê û herwiha Kelheya Şewarxe yên ser bi Til Rifetê bi giranî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine topbarankirin.