Hevhatina Rûsiye û Tirkiyê li ser pêngavên din li Idliba Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307857-hevhatina_rûsiye_û_tirkiyê_li_ser_pêngavên_din_li_idliba_sûriyê
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Serokomarên Rûsiye û Tirkiyê derbarê pêngavn din bi armanca cihanîna lihevkirinên Idliba Sûriyê li hev kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 02, 2019 05:25 Asia/Tehran
  • Hevhatina Rûsiye û Tirkiyê li ser pêngavên din li Idliba Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Serokomarên Rûsiye û Tirkiyê derbarê pêngavn din bi armanca cihanîna lihevkirinên Idliba Sûriyê li hev kirine.

Li gorî rapora IRNAyê, Sêrgêyî Lavrov, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Yekşemiyê di gotûbêja bi televîziyon Russia 1ê da got: Viladîmîr Pûtîn û Erdoxan li ser parastina lihevkirina Idlibê pêgiriyê dikin.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê wek berteka derbarê hevhatina Amerîka û Tirkiyê jibo pêkanîna Navçeya Ewleh li bakurê Sûriyê got: Moskova ji pêkhatina lihevkirinekê piştgiriyê dike ku di serê da yekparçetî û mafê hakimiyeta Sûriyê têde were paarstin.

Lihevkirina Idliba Sûriyê Îlona 2018an di hevdîtina Pûtîn û Erdoxên li Sûçiyê da hat wajokirin û li gorî wê li vê navçeyê, Devera Vala ji çekên Giran pêk tê; Tevî vêya têrorîstan bi caran ev lihevkiriname binpê kirine û navçeyên cûrbicûr ên Idlib û parêzgehên cînarê gullebaran kirine.