Teqîna bomba çandî li Derayê bû sebeba birîndarbûna 7 leşkerên Sûriyê
Medya Sûriyê şeva borî diyarkirin ku ji ber teqîna bombekê li ser riya erebeya leşkerên Sûriyê li derdora bajarê Derayê ya başûrê vî welatî bû sedema birîndarbûna 7 leşkeran.
Ajansa Nûçeyan ya dewleta Sûriyê SANA ragihand ku terorîstan ev bombeya li ser riya mezin a navbera du bajarokên El Kerik û Elxariya Rojhilatê li rojhilata bajarê Derayê danîbûn.
Di encama şikestên giran ên terorîstan li hemberî artêşa Sûriyê, wan dest danîne ser êrişên xwekujî û bê hedef li deverên curbicur ên Sûriyê ku di encama wan de pircaran xelkê sivîl bi taybet jin û zarok dibin gorî.
Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa berfire ya komên terorîst ku welatên rojavayî yên wekî Amerîka û Brîtanyayê û hevgirtiyên wan ên navçê yên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeterê piştgiriya wan dikirin despê bû, lê belê aqubet piştî heşt salan Hikûmeta Sûriyê bi alikariya rawêjkarên leşkerî yên Îranê û hevkariya leşkerî ya Rûsyayê karî terorîstn têk bidin û axa Sûriyê ji bin destê wan derxin.