Dewama pêşketina artêşa Sûriyê li başûra Idlibê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307789-dewama_pêşketina_artêşa_sûriyê_li_başûra_idlibê
Artêşa Sûriyê li dewama pêşketinên xwe li mêhwerên başûr û başûra rojhilata Idlibê derbên giran li terorîstan xistin û li şer û pevçûna di navbera wan û terorîstan gelek ji terorîstan hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 30, 2019 14:25 Asia/Tehran
  • Dewama pêşketina artêşa Sûriyê li başûra Idlibê

Artêşa Sûriyê li dewama pêşketinên xwe li mêhwerên başûr û başûra rojhilata Idlibê derbên giran li terorîstan xistin û li şer û pevçûna di navbera wan û terorîstan gelek ji terorîstan hatine kuştin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Li operasiyona berfireh ya artêşa Sûriyê dijî terorîstan li mêhwerên başûr û başûra rojhilata Idlibê bajarokên El-Xweîn El-Kebîr, El-Sîkat, erdên rojava û rojhilata El-Temanêi, bilindiyên Qubar, Sîkat, Tirkî, Seyîdî Elî û Cefer ji destê terorîstan azad bûn.

Li vê operasiyona artêşa Sûriyê gelek ji pêgeh û veşartgehên terorîstan jî jinav çûn.

Artêşa Sûriyê li operasiyona roja pêncşemê dijî terorîstên Cibhetul-Nusreh jî karîn bajarokê steratijîke El-Temanêei azad bikin.

Berî vê yekê jî artêşa Sûriyê di encama operasiyonekê de bajarokê Cîsat li başûrê Hubeytê azad kiribûn.

Parêzgeha Idlibê ciyê herî dawiyê ya pêgeha terorîstan di nav axa Sûriyê de ye.

Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa komên terorîst ku welatên rojavayê yên wekî Amerîka û Brîtanyayê û hevpeymanên wan ên ereb û navçê ji wan Erebistan, Qeter û Tirkiyê ji wan piştgirî dikirin, despê bû û artêşa Sûriyê bi alîkariya şêwirkarên leşkerî yên Îran û artêşa Rûsyaytê karîn piştî çend salan terorîstan têk bidin û piraniya axa Sûriyê ku komên hanê ew dagîrkiribûn azad bikin.