Dema agirbesa li Idlibê hat ragihandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307787-dema_agirbesa_li_idlibê_hat_ragihandinê
Navenda Aşitiyê ya Rûsiyayê li Sûriyê ragihand ku sibê şemiyê ji aliyê artêşa Sûriyê va dê agirbes li navçên kêmkêşe li Idlibê destpê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 30, 2019 13:55 Asia/Tehran
  • Dema agirbesa li Idlibê hat ragihandinê

Navenda Aşitiyê ya Rûsiyayê li Sûriyê ragihand ku sibê şemiyê ji aliyê artêşa Sûriyê va dê agirbes li navçên kêmkêşe li Idlibê destpê bibe.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Navenda Aşitiyê ya Rûsiyayê li Sûriyê îro li daxûyaniyekê ragihand ku artêşa Sûriyê ji sibê şemiyê ve dê pêbendî agirbesa navçên kêmkêşe li Idlibê be û ji grûpên çekdar jî hatiye xwestin ku dest ji liv û tevgerên xwe yên alozker berden.

Ligorî rêketinamên Astanê û Soçiyê qirar bû ku ji Cotmeha sala 2018`an ve Tirkiye 12 navendên çavdêrîkirinê li navçên kêmkêşe damezirîne ta ku çavdêriya agirbesê bike û grûpên çekdar û terorîstî jî çek û sîlahên xwe yên giran radestî hêzên artêşa Sûriyê bikin ku terorîstan ev sozên xwe cih neanîn û vê agirbesê serê xwe negirtibû.

Ji çaxê binpêbûna agirbesê ji Tebaxa bihurî ve heta niha artêşa Sûriyê kariye 30 navçan li parêzgehên Idlib û Hemayê ji destê terorîstan azad bike.