Bajarokê Al Xuweyn li Idliba Sûrîyê hat azadkirinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i307745-bajarokê_al_xuweyn_li_idliba_sûrîyê_hat_azadkirinê
Hêzên Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona xwe li başûra rojhilata Parêzgeha Idlibê de karîn bajarokê Al Xuweynê azad bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 29, 2019 11:07 Asia/Tehran
  • Bajarokê Al Xuweyn li Idliba Sûrîyê hat azadkirinê

Hêzên Artêşa Sûrîyê di dewama opêrasyona xwe li başûra rojhilata Parêzgeha Idlibê de karîn bajarokê Al Xuweynê azad bikin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnikê, Artêşa Sûrîyê ku rêyên gîhandina alîkarîyan bo komên têrorîst dan ber bombe û topan, karî bajarokê Al Xuweynê û zevîyên di navbera wî û bajarokê Temanieyê xistin bin kontrola xwe.

Ligorî ragihandina çavkanîyên leşkerî, hejmareke zêde ya têrorîstên Ecnad ul Qefqaz û Heras ul Dînê li wê navçeya azadkirî bûn ku di encama wê opêrasyona Artêşa Sûrîyê de hinek ji wan hatin kuştinê û hinek jî birîndar bûn.

Artêşa Sûrîyê çend rojan berî niha jî bajarê istiratêjîk û girîng ê Xan Şêyxûnê ji lepên têrorîstan azad kir.