Hêzên amerîkî hejmarek welatîyên Sûrî girtin
Tebax 29, 2019 03:39 Asia/Tehran
Hêzên Hevalbendîya qaşo Dijî DAIŞ`ê ya bi serkirdetîya Amerîkayê, hejmarek welatîyên Sûrî li derdora Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê girtin.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) Hêzên Hevalbendîya Amerîkî di dewama revandin û işkencekirina welatîyan li deverên di bin kontrola hêzên Kurd ên Sûrî de, duh hejmarek welatî li gundên Tîyane û Cîeyê li derdora Dêrezorê girtin.
Çavkanîyên xwecî ragihandin ku hêzên amerîkî li her du gundên Tîyane û Cîeyê li rojavaya Dêrezorê de herîkêm 21 kes ji niştecihên wan deverana girtin û birin cîhekî nedîyar.
Deverên derdora Dêrezor, Reqqa û Hesekê li rojhilat û bakura rojhilata Sûrîyê di bin kontrola hêzên PYD`ê da ne.